• Onder: Ez dikarim bibim namzet

    Onder: Ez dikarim bibim namzet
    Onder: Ez dikarim bibim namzet
    22.10.2013 Salı

    Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, beriya kongreya HDP'ê axivî û diyar kir ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dibe ku ew jî bibe namzet û dibe ku hevalên wî jî bibe namzet.

    DÎHA - Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê BDP Sirri Sureyya Onder, beşdarî merasima vekirina avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sancaktepe bû. Li gel Onder bi hezaran kes beşdarî merasima avahiya BDP'ê ya li ser kolana Ataturkê bû. Di merasimê de endamên MYK'ê, PM'ê yên BDP, DİAYDER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Girsê di merasimê de pankarta "Rêbertiya Azad, Jina Azad, Kurdistana Azad" vekir û bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Her der Taksim, her der berxewdan" berz kirin. Girsê di merasima vekirinê de alên PKK, KCK, YPG û posterên Rêberê PKK'ê Ocalan vekir. Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka BDP'ê ya Sancaktepe Elif Gul, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku wan ji bo partiya xwe û doza xwe gelek bedelên giran dene û tê ji bo parastina van bedelan têkoşina xwe berdewam bikin. Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bingul jî anî ziman ku ji bo wan Navçeya Sancaktepe li gorî navçeyên Stenbolê ya herî girîng e.

    'Divê gel bi rêve bibe'

    Piştî peyam hatin xwendin Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî anî ziman ku kurd bi bedelên giran gihiştine vir û wiha got: "Rastiya gelê kurd êdî aşkere bûye. Ev rastî bi têikoşînê pêk hatiye. Ev dê bi têkoşîna HDP'ê berdewam bike. Ev sîwan bi tevlebûna 40 rexistinan pêk tê. Ev sîwana HDP'e ji niha de serkeftina yekîtiya hemû rêxistinan li hev kom bike bi dest xistiye. Onder, bal kişand ser hilbijartinê û pergala hikûmet û îxtîdare û wiha got: "Yên îxtîdarê ji jor ve yên jêr hildibijerê û hilbijartinek navendî pêk tê. Lê yê me ji jêr ve ber bi jor diçe. Yên me gel hildibijere û xwe bi rêve dibe. Ne rant heye û ne jî berjewendî heye. Em di hilbijartinên şaredariyan de tenê bajar koordîne dikin. Yê ku rêveberiyê dike gel bi xwe ye. Namzetên me hemû gelê me û hevparên wan in.

    'Ez dikarim bibim namzet'

    Onder, ani ziman ku HDP'ê namzetên xwe yên Rêveberiyên Herêmi hêj hilnebijartine û wiha berdewam kir: "Dê di nêzîk de HDP kongreya xwe pêk bîne. Dê di kongreyê de namzet jî diyar bibin. Niha ez çi bêjim zû ye. Dibe ku ez jî bibim namzet û dibe ku hevalê min jî bibe namzet. "

    Pişti axaftinan avahiya nû bi merasimekê hat vekirin. Di vekirinê de şahî hat lidarxistin û hunermendan stran gotin.

    • Haber Ara

    • Gazete Manşetleri

  • Son Eklenen