• Rêxistina BDP'ê ya Canûtê bi girseyî avahiya xwe vekir

    Rêxistina BDP'ê ya Canûtê bi girseyî avahiya xwe vekir
    Rêxistina BDP'ê ya Canûtê bi girseyî avahiya xwe vekir
    08.10.2013 Salı

     

    DÎHA - Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Canûtê ya Çewlikê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û rêveberên BDP'ê bi girseyî avahiya xwe vekir. Di merasima vekirina avahiya BDP'ê de Gultan Kişanak diyar kir ku ev pêvajo ji bo gelê kurd firsendek dîrokî ye û wiha got. "Ne Tirkiye cîhan jî ger ku beyî kurdan li çareseriyê bifikire nikare pirsgirêkên xwe çareser bikin. Kişanak, xwest têkoşîna partiya xwe ji nava 4 dîwaran derxin û heta tax û gundan belav bikin.

    Rêxistina BDP'ê ya navçeya Canûtê ya Çewlikê bi merasimek girseyî avahiya BDP'ê vekir. Di vekirina avahiya BDP'ê ya Canûtê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdris Baluken, Endamê Meclisa Daimi yê KCD'ê Ali Riza Yurtsever, Endamên Meclisa BDP'ê endam û reveberên şaredariyên BDP'î û rêxistina BDP'ê jî amade bûn. Ji ber barana zêde merasima vekirinê li salona Siporê ya avahiya YİBO'yê pêk hat. Girsê di merasimê de bê navber siloganên " Biji serok Apo" " Bê Serok Jiyan Nabe" gotin. Merasimê bi rêzgirtinê û axaftinan dest pê kir. Ewil Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdris Baluken diyar kir ku ji ber dereng avahiya BDP'ê ya Navçeya Canûtê vedikin ji gelê xwe lêborîn dixwazin. Balûken, anî ziman ku divê êdî gel xwe bi xwe bi rêve bibe û meclîsên xwe ava bikin û bi biryarên xwe bi xwe bidin."

    Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî bal kişand ser hestiyariya gelê Canûtê û wiha got: "BDP partiya we ye, ji ber hûn BDP ne û BDP hûn in BDP li mala we ye. Ger ku partiyek li cem azadiyan û azadiyê dixwaze hebe ew jî tevgera gelê kurd û BDP ye. Ev pêvajoya ku em di navde derbas dibin firsendek dîrokî ye. Divê em vê firsendê baş û rast bikar bînin. Ev pêvajo ji bo gelê kurd firsendek dîrokî ye. Ne Tirkiye cîhan jî ger ku beyî kurdan li çareseriyê bifikire nikare pirsgirêkên xwe çareser bikin. Kişanak, xwest têkoşîna partiya xwe ji nava 4 dîwaran derxin û heta tax û gundan belav bikin. Birêz Rêberê Gelê Kurd Ocalan, dibêje 'Gelê kurd gelekî bedel daye û wêrek e. Li cem gel cih bigirin û bi gel re biryarê bidin' Divê em jî her tim li cem gelê xwe cih bigirin. Piştî axaftinan heyetê vekirina avahiya BDP'ê ya Canutê kirin.

     

    • Haber Ara

    • Gazete Manşetleri

  • Son Eklenen