• Di navbera du bajarên kurdan de wê 'dîwarê şermê' bê lêkirin!

    Di navbera du bajarên kurdan de wê 'dîwarê şermê' bê lêkirin!
    Di navbera du bajarên kurdan de wê 'dîwarê şermê' bê lêkirin!
    09.10.2013 Çarşamba

    Dîwarê Berlînê yê demekê Rojhilat û Rojavayê Almanya ji hevdu qut dikir û di dîrokê de wek "Dîwarê şermê" hat binavkirin ji ber nerazîbûnan ku ji neçarî hat xerakirin, Tirkiye hewl dide dîwarekî wiha jî vê carê di navbera Nîsêbîn û Qamişlo de bê avakirin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku tevî berpirsiyara navçeyê ye jî tu rayedarana agahî nedanê û got, "Tirkiye li şûna mayînên li ser sînor rake dîwar lê dike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."

    DÎHA - Di 13'ê Tebaxa sala 1961'ê de bi biryara Almanyaya Rojhilat ji bo rev û çûna hemwelatiyên Rojhilat a ji bo Almanyaya Rojava bê astengkirin "Dîwarê Berlîn" ê 46 kîlometre dirêjiya wê hebû hat avakirin ku ev dîwar bi salan wek "Dîwarê şermê" hat binavkirin. Dîwar di 9'ê Mijdara sala 1989'an de piştî ku Almanyaya Rojhilat daxuyanî da got ku hemwelatiyên bixwazin biçin Rojava dikarin biçin dîwar bi tevayî tesîsên xwe ve hat hilweşandin. Dîsa ji aliyê rêveberiya Îsraîlê ve ji bo hatina Filistîniyan asteng bike "Bendên Ewlekariyê" yên mîna di nav Filistîniyan û gelên cîhanê de jî wek "Dîwarê şermê" dîhat binavkirin hîn jî bi hemû zindîbûna xwe di hişê mirovan de ye, vê carê jî pêkanînek bi heman awayî di Tirkiyeya sedsala 21'emîn de li navçeya Nîsêbînê ya girêdayî Mêrdînê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê xistin meriyetê. Bi îdîaya "Astengirina qeçaxçîtiyê" dîwarê ku tê lêkirin, di aliyê Nisêbînê yê li Qamişlo dinêre bi qasî 300 metre ye. Berê ku bi mayîn û têlan dihat xwestin ku xizmên her du aliyan ji hevdu werin qutkirin, ji vê pêkanîna dawî hîn agahiya hemwelatiyan nîn e.

    Li hemberî dîwar hişyariya xwepêşandana girseyî

    Têkildarî kolanên ku di navbera Dibistana Seretayî ya Yildirim û Navenda Çandê ya Mîtannî de tên kirin, Serokê Rêxistina Nisêbînê ya BDP'ê Abdulbarî Eren, daxuyanî da û got ku hîn ne xwedî agahiyeke wiha ne, lê pêkanîn bi rengî yên di demên berê de bi têkoşîna gelan hatine xerakirin, bi têkoşîna gelê kurd re jî êdî sînor bê wate bûne. Eren li hemberî çêkirina dîwar hişyariya ku wê çalakiyên şermezarkirinê bikin da û wiha berdewam kir, "Hikûmeta AKP'ê behsa pêvajoya çareseriyê dike. Di navbera dewletan de sînor radibin, lê belê AKP îro hewl dide di navbera kurdan de dîwaran lêbike. Em ê qet wî dîwarî qebûl nekin."

    Gokkan: Dîwar bêyî agahiya min tê lêkirin!

    Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan destnîşan kir ji bo hin hevdîtinên li Rojava bi jinên DOKH'ê re ketibûn rê, lê belê piştî lêkirina dîwar bihîstiye vegeriyaye Nisêbînê û got ku tevî berpirsiyara navçeyê ye jî rayedaran tu agahî nedanê û wiha axivî: "Tirkiye li şûna mayînên li ser sînor rake dîwar lêdike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin." Gokkan anî ziman ku di nav sînorên eskerî de ji bo lêkirina dîwar erd hatiye kolandin û çi li qada eskerî çi li qada sivîl qet lêkirina dîwarekî qebûl nakin. Gokkan bi gotina, dîwarê bê lêkirin ne bi armanca ewlehiyê ye wiha got, "Heke ji bo ewlehiya sivîlan ev dîwar tê çêkirin wê demê bila nuqteyên eskerî bibin devereke din. Wê demê dê ewlehiya sivîlan ne dibin talûkeyê de be."

    'Bixwazin dîwar lêbikin bila destpêkê li ser cenazeyên me re derbas bibin'

    Gokkan ragihand ku ji bo dîwar neyê lêkirin wê têkoşînê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ancax li ser cenazeyê me derbas bibin wê karibin vî dîwarî lê bikin." Gokkan destnîşan kir ku li derdora duyemîn deriyê sînor ê bazirganiyê yê li Nisêbînê dîwarên bilind hatine lêkirin û gel nerazîbûna nîşan daye. Gokkan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derî bi armanca bazirganiyê ye. Wê demê hûn çima bi bilindiya metreyek û nîv de dîwaran lê dikin? Mirov dibêje gelo li pişt lêkirina dîwarên bilind hin lîstik hene." Gokkan, bang li her kesê ku ji xwe re dibêje, ez demokrat û mirov im da ku li hemberî dîwarên "Rûreşiyê" yên li ser sînor bên çêkirin nerazîbûn û bertek nîşan bidin.

    Botan: Wê kurd vî dîwarî hilweşînin'

    Hunermendê Navenda Çandê ya Mîtannî Demhat Botan jî diyar kir ku bi Peymana Lozanê re kurd kirin çar parçe, lê têkoşîna gelê kurd sînor bêwate û bêfonksiyon kirine. Botan her wiha anî ziman ku felsefeya kurdên li Rojava û yên li Tirkiyeyê yek e û der barê lêkirina dîwar de nirxandina "Nîşaneya rewşa Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn" kir. Botan diyar kir ku wê qet destûr nedin lêkirina dîwar û ji tevayî kurdan jî bang kir da ku nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bidin. Botan bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, "Me çawa polîtîkaya hişk a dewletê ya li hember gelê kurd hilweşand, em bawer in em ê dîwarê ku sîstem hewl dide ava bike jî hilweşînin. Divê her kes nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bide."

    • Haber Ara

    • Gazete Manşetleri

  • Son Eklenen